helbest on DeviantArthttps://www.deviantart.com/helbest/art/Ji-ZaraDelibro-59291806helbest

Deviation Actions

helbest's avatar

Ji ZaraDelibro

By
Published:
2.5K Views

Description

Nîgaşên yadîgariyeke jibîrbûyî

jivana windahiyê ye tu
jiyana pûtekî dil bi sawî
û ez jî windahiyek im
ji vê windahiya windayî re
rûsariyek im
ji temenê rûsariyê re

di rojbuhêran de
ez nîgaşên nalîna xwe
tînim ber çavên te
tu temaşe nakî

xunava hêviyan
di bêvila te didim
tu bêhn nakî

awazên derçûna xwe
di guhên te de dinehwirînim
tu deynakî

û di dawiya şevê de
tu her berê xwe ji min diguherî
û min dihêlî bi tenê
tev nîgaşên yadîgariya
vê mirina min a jibîrbûyî

Zara Delibro

photographer: ssuunnddeeww
Image size
590x700px 71.63 KB
© 2007 - 2024 helbest
Comments0
Join the community to add your comment. Already a deviant? Log In